المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera yekemîn a şehîdbûna pêşmerge “Ismaîl Osman li Qamişlo hat bi bîranîn..

0 61

Roja pêncşemê 15ê Êlûna 2022an, salvegera yekemîn a şehîdbûna pêşmerge ” Ismaîl Osman li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ya Rojhilatî Qamişlo hate bi bîranîn..

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştimanî û malabat û kesûkarên şehîd..

 

Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..

 

Û piştre gotina partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ji aliyê M, Nafih Ebdellah ” ve hate xwendin û têde ser rola pêşmerge û xebata wan di parastina maf û sînorê xaka kurdistanê de behiskir..

Û gotina malbata şehîd ji aliyê Birêz ” Şehbaz” ve hate xwendin..

Û tê zanîn ku roja 15ê Êlûna Sala 2021an,  li nahiya Dînarte ya bi ser Akrê ve li Duhokê û navber gundên Kanî Toz û Nêrkê , di encama teqîna mayînekê de bi alaveke hêzên pêşmerge ve şehîd ketibûn û hejmarek jî birîndarbûn …..

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku termê herdû şehîdên pêşmergeyên Roj ” Îsmaîl Osman ” û pêşmerge” Hemdî Mihemed Emîn ” bi merasîmek geş û bi beşdarbûn partiyên siyasî û pêşmerge û kesûkarên şehîdan li goristana ” Şaxikê” ya bi ser bi bajarê Duhokê ve bi xakê hatin spartin….

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.