المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SALVEGERA SÊYEMÎN YA NIVÎSKAR EKREM ELMELE JI ALIYÊ RÊXISTINA DIRBÊSIYÊ YA PDKSê VE HAT VEJANDIN.

0 59

Di roja Şemiyê 17.12.2022an de,salvegera 3emîn ya têkoşer nivîskar Ekrem Elmele, endamê desteya Şêwermendiyê ya PDKSê li gundê Til Eylûl yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, ji aliyê rêxistina Dirbêsiyê ya PDKSê ve hat vejandin.

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên partiyên kurdî yên ENKSê û şandeke mezin ji xwecehiya Dirbêsiyê û gundewarê ya bi ser ENKSê ve .

Herwiha di destpêkê de mamoste Umer Emo bixêrhatina mêvanên beşdar kir bi navê malbata têkoşer Ekrem Elmele û PDKSê û xulekek bêdengî  li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û giyanê Barzaniyê nemir û bi taybet li ser giyanê têkoşer Ekrem Elmele rawestiyan û wêneyê Alfatîha xwendin.

Herwiha gotina partiya Demukrata Kurdistanî li Sûriye hat xwendin ji aliyê mamoste Ebdurihman Ebtan endamê komîteya navendî ya PDKSê ,herwiha di axaftina xwe de spasiya hemû mêvanên beşdar kir û bêtir li ser kar û xebata hevalê xwe Ekrem Elmele bi awayekî bilind nirxand .

 

Herwiha gotina xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê ya bi ser ENKSê ve, ji aliyê cîgirê serokê xwecihiyê birêz Idrîs Şêx Xelef ve hat pêşkêş kirin.Û gotina xwecihiyê li ser kar û xebata têkoşer Ekrem Elmele bû û bi awayekî bilind nirxand.

 

Herwiha gotina Malbenda Ekrem Elmele ji aliyê mamoste Rêber Seyda berpirsê malbendê ve hat pêşkêş kirin.Û gotina wî li ser nirxandina kar û xebata têkoşer Ekrem Elmele bû û spasiya hemû beşdaran kir.

 

Herwiha hemû beşdar hatin diyar kirin bi Alên Kurdistanê ji hêla endamên Malbenda Ekrem Elmele ve.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.