المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYÊN HESEKÊ VE HAT VEJANDIN.

0 57

Her du xwecihiyên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê ve di roja şemiyê 17.12.2022an de,Roja Ala Kurdistanî vejandin.

Îro Şemiyê 17.12.2022, her du xwecihiyên bajarê Hesekê yên bi ser ENKSê roja Ala Kurdistanî,demjimêr 11ê nîvro, li meydana pakrewanên Newrozê ya taxa Muftî vejandin.

Merasîm bi deqeyek bêdeng bo giyanê pakê şehîdên gelê Kurd û Kurdistanê û bavê ruhanî yê gelê Kurd Barzaniyê nemir destpê kir.

Piştre birêz Beşar Emîn endamê ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya gotarek pêşkêş kir.

Emîn di dirêjahiya axaftina xwe de behsa dîroka Ala Kurdistanê kir û diyar kir ku ew Ala hemû Kurdên çar parçeyên Kurdistanê ye û ew Ala qurbaniyên mezin ên gelê me di rêya rizgarî û azadiyê de dane.

Şahî bi helbesteke helbestvan (Bavê Serbest) ya bi zimanê Kurdî ku behsa dîroka Ala Kurdî û wateyên rengên wê dikir, bi dawî bû.

Û çawa sor bi qurbaniyên gelê me ji destpêka dîrokê ve, kesk ji bedewiya Kurdistanê re, û spî ji azadî û aştiyê re, çawa ku roj û bîst û yek tîrêjên wate û baweriyên olên kurdan yên kevnar.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.