المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera Heftemîn ser şehîdbûna Selaheldîn Mihemed Seîd“ve derbas dibe ..

0 64

Wek tê zanîn ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê yên bi navê ” Leşkerê Roj ” tên naskirin, di 12/3/2012an de bi serpirştiya Serok ” Mesûd Barzanî ” hatin damezrandin û li milê pêşmergeyên herêmê re şerên dijwar li dijî rêxistinên terorîst de beşdardibûn de ku milet û xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

Û hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj ji dema damezrandinê ta niha hejmarên mezin ji şehîd û birîndar danîne…

 

Û herwiha ku di roja 5ê Çileya 2016an, pêşmerge “Selaheldîn Mihemed Seîd” canê xwe ji dest da di encama bûyereke hatûçûnê de ji dema ji erkê xwe vedigera li parêzgeha Duhokê li Herêma kurdistanê..

 

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” Selaheldîn ”….

– Nav: Selaheldîn Mihemed Seyîd.

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûnê: Efrîn

– Dîroka şehîdbûnê:

 

5/1/2016 Duhokê.

 

Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzên…

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo…Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.