المجلس الوطني الكوردي في سوريا

LI BAJARÊ DIRBÊSIYÊ ZAROKEK BI NEXWEŞIYA PIŞIKÊ YA NENAS JIYANA XWE JI DEST DA.

0 89

Li bajarê Dirbêsiyê zarokek bi nexweşiya pişikê ya nenas jiyana xwe ji dest da

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku roja Sêşemê li bajarê Dirbêsiyê yê gundewarê bakurê Hesekê zarokek 2 salî ji ber nexweşiya pişikê jiyana xwe ji dest da.

Ev yek di demekê de, tê ku vîrusê li gelek herêman belav bûye, li parêzgehên Reqa, Hesekê û Dêra Zorê.

Û zaroka (Fatin Heysem Elhemîd) ji bajarokê Zîban, li rojhilatê Dêra Zorê, berî niha ji ber nexweşiyeke tendirustiyê ya ji nişka ve, mîna nîşaneyên belavbûna vîrusa nenas ku bû sedema mirina wê, jiyana xwe ji dest da. bûyera yekem li bajarok û ya duyem li rojhilatê Dêra Zorê, di 31ê Kanûna Duyem de.

Herwiha zarokê bi navê (Wetîn Mihemed Elehmed Xêr Elcerah) di 19ê Kanûnê de li bajarê Tebqayê li rojavayê Reqayê di encama pêketina bi vîrûsa pişikê ya nenas jiyana xwe ji dest da.

Herwiha Çar zarok roja Pêncşemê, 15ê Kanûna Yekem, li bajarê Reqayê, di encama pêketina bi vîruseke ecêb, ku karê pişikê û oksîjenkirina laş rawestand, mirin.

 

 

Jêder:Yekîtî Mediya

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.