Home / Uncategorized / Salvegera 38emîn li ser koçbarkirina derhêner û romanivîsê Kurd ” Yilmaz Guney” …  

Salvegera 38emîn li ser koçbarkirina derhêner û romanivîsê Kurd ” Yilmaz Guney” …  

Yilmaz Guney di sala 1937an de li gundê Yenîceyê yê bajarê Edenêyê ji dayik bûye. Ew yek ji 7 zarokên malbatekê karker bû , bi eslê xwe Kurd e.

 

Bi navê xwe yê rast Yılmaz Putun e lê ew wekî Yılmaz Guney tê naskirin. Yilmaz dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê xwend. Ew hêj di 9 saliya xwe de dibe karker û dest bi karê komkirina pembo dike. Lê dest ji xwendinê jî bernada. Li Enqerê zanîngeha hiqûqê dixwend û li Stenbolê jî beşa aborî.

 

Di salên xwendinê de çîrokan û senaryoyan dinivîsand. Ew li ser trajedî û drama gelê xwe rawestiye. Di dema xwendina xwe de senarîstê Tirk Atif Yilmaz nas kir.

 

Di sala 1957ê de dadgehê ji ber karên siyasî derbarê wî de 7 sal û nîv cezayî zîndanê û 2 sal û nîv jî cezayê mişextê birî. Dadgeha temyîzê biryarê hildiweşîne dike sal û nîvek zîndan û 6 meh jî cezaya mişextê.

Yilmaz Guney ji ber vê sedemê dibistanê naqedîne.  Guney dibêje “Dibistana min pirtûk in, sînema ye, girtîgeh e, qanûnên jiyanê yên tund in, zextên civakî ne, xayîntî ye û mêrxasî ye. Mamosteyê min jî jiyan e.”

Wî di navbera salên 1957 û 82ê bi dehan fîlm amadekirin û di dehan fîlman de jî beşdarî kir.

Ew, di sala 1972an de careke din bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye hate girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest hate berdan.

Di sala 1981ê de ji girtîgeha Ispartayê reviya û derkete Ewropayê.

Yilmaz Guney, di 9 îlona 1984an de, hêj 47 salî, li Fransayê koça dawî kir.

Derhêner û sînemakarê Kurd di jiyana xwe ya hunerê de gelek berhemên giran buha li dû xwe hişt. Wî di fîlmên xwe de, balkêşî ser tengezariyên jiyana gelê Kurd.

 

Fîlma Yilmaz Guney a bi navê Yol (Rê) jî yek ji van berhema ye. Rê, di sala 1982an de, bi fîlma ‘Wenda’ ya rejîsorê Yûnanî Costa Gavras re, xelata Palmiyeya Zêrîn parvekiribû.

 

Yilmaz Guney, berî mirina xwe di axaftineke xwe de li ser rewşa Kurdan û Kurdistanê wiha gotibû: “Em vê qederê red dikin! Em naxwazin bibin zarokên welatekî bindest ê ku ji çar aliyan ve hatiye dagirkirin; em dixwazin bibin zarokên welatekî azad, serbixwe û yekgirtî. Em dixwazin li ser axa xwe, bi zimanê xwe stranên evînê û azadîyê bibêjin. Û em dixwazin li warê xwe, li bin alaya xwe azad û serbixwe bijîn…..

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Qamişlo..Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

Kampa Domîz Semînarek siyasî û Rêxistinî bi rêva çû..

Roja înê 23ê Êlûna 2022an, Rêxistina jinan a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,li …

Leave a Reply

Your email address will not be published.