المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 105an ser bidarvekirina Şêx Ebdulselam Baraznî ..

0 70

Îro salvegera 105 emîn li ser bidarvekirina şêx Ebdulselam Barzanî

ji aliyê Dewleta Osmanî ve.

ku di sala 1868 an, li gundê Barzan jidayîkbûye, û weku rêberê tevgera rizgarxwazî a niştîmanî ya kurdî dihat naskirin,

herwiha şêx Ebdelselam Barzanî Yek ji damezrandinên reformên ku ji heft xalan pêk dihat ew jî : ” bingeha edalata civakî – bingeha parastina jîngehê –  bingeha yekgirtina hemû pêkhateyên kurdistanê.

û herwiha ji wan çandîn reformên sereke pêk anîbû weku : parastina daristanan, qedexekirina nêçîra balinde, qedexekirina mehrkirina keçên di temenê Biçûk , qedexekirina wergirtina pereyan li hember zewicandina jinan, û herwiha dabînkirina azadiya olî û merasîmên olî ji bo bawermendên Ola Xiristoyanî û cihûyan

Û herwiha şêx Ebdulselam Barzanî weku rêberekî neteweyî û niştîman perwerî bû, di sala 1907 an, daxwazên miletê kurd yên gelê kurdistanê pêşkêşî Dewleta Osmanî kir, lê Dewleta Osmanî ev daxwaz qebûl nekirin sedema cudabûnê û ji ber vê yekê ew êrîşî gelê kurdistanê kirin li gundê barzan û gelê kurdistanê bi serokatiya şêx Ebdulselam Barzanî serê xwe netewandin û bi qehremaniya xwe ev berxwedanî berdewam kirin, û piştî heft salan ji domandina vê şoreşê li devera Barzan, li ser bidestxistina mafên niştîmanî û neteweyî yên gelê kurd hat bidarvekirin, û tê zanîn ku di roja 14 ê berçileyê sala 1914 an de bi biryara Dewleta Osmanî, şêx Ebdulselam Berzanî li bajarê Mûslê hate bi darvekirin.

Ragihandina ENKS ê
Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.