Home / Uncategorized / Ronahiyek ser Jiyana Hunermend Mihemed Şêxo bi boneya 34emîn ser koçbarkirina wî ya Dawî ..

Ronahiyek ser Jiyana Hunermend Mihemed Şêxo bi boneya 34emîn ser koçbarkirina wî ya Dawî ..

Hunermendê kurd ê Navdar  “Mihemed Şêxo” di nav civaka kurdî de bi hestê stranên xwe yê neteweyî û welatperêzî êş û derdên miletê xwe ji cîhanê re diyar kiribû .

 

Hunermendê navdar” Mihemed Şêxo”, ku ji dayîkbûna sala “1948” an de, li her du gundê “Girbawî û Xecokê ” li Qamişlo jiyana xwe ya zaroktî derbas kiriye , û herwiha navê wî yê rastî

“Mihemed Salih Şêxmûs “ e , Di zaroktiya wî de malbata wî koçber dibe û li gundê “Xecokê” bi cîh dibe , û Şêxo di sala” 1959 “an de, bi dest xwendinê kiribû , û di salên xwendinê de Şêxo gelek Hunermendên kurd naskirbûn , û ev yek bandor lê kir ku Nêzîkî hunera muzîkê bibe,.

Û di derbarê karê Hunermend” Mihemed Şêxo”, di warê hunerî de ev Dîrok tê naskirin :

_ Di sala “1969 ” an de, Şêxo bi dest dengbêjiyê kir,

_ Di sala” 1969 “an de, li Libnanê ji bo xizmeta hunerê de Kar kiribû ,

– û sala” 1972″ an de , li Beyrûtê du salan xwendina mûzîkê kir, û di vê derbarê de “Şêxo “, bi hevalên xwe re komekê bi navê “Serkeftin ” a mûzîkê saz kirin.

 

_ Di sala” 1973 ” an de derbasî başûrê Kurdistanê bû, û li wir mîna hozan Kar kir,

– û paşê “Şêxo “berê xwe de “Şamê “, û kasêta xwe ya bi navê” Gewrê” Amedê û belav kir . Lê dewlata Sûriyê gelek caran ew bincavkir , ji ber vê yekê Hunermend “Mihemed Şêxo” berê xwe de” Başûrê Kurdistanê “, û di nava refên pêşmergeyan de cihê xwe girt,

Lê bi têkçûna serhildana Başûr re ew li sala 1975an derbasî Rojhilatê Kurdistanê bû, û li wir kasêta xwe tomar kir, û ji bilî karê mûzîkê Hunermend Şêxo çend salan karê mamosteyê kir.

 

Û herwiha piştî “11” salan Mihemed Şêxo careke din vegera Kurdistana Sûriyê û bi hezkirina mûzîkê hat pêşwezî kirin di nav kurdan de.

 

Û herwiha ji ber neteweyî û niştîmanperweriya wî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hat zindan kirin, Lê zindan nebû kelem li pêşiya Hunermend “Mihemed Şêxo ” ku di peyv û stranên xwe de derd û kulên gelê xwe û daxwaz û baweriyên wan bi huneriyeke bilind anî ziman..

Hunermendê kurd” Mihemed Şêxo” di sala “1989 ” an de, li Qamişlo çû ber dilovaniya xwedê û ji aliyê milet û keseyetên siyasî û rewşenbîrî ve li goristana” Hilêliyê “ya  bajarê Qamişlo bi axê hat spartin…

 

 

 

Ragihandina ENKS ê

Raport:Hêvî Delî

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.