Home / Uncategorized / BOMBEBARANA ÎSRA’ÎLÊ BALAFIRGEHA HELEBÊ JI XIZMETÊ DERXIST.

BOMBEBARANA ÎSRA’ÎLÊ BALAFIRGEHA HELEBÊ JI XIZMETÊ DERXIST.

Di şeveqa roja Sêşemê, firokeyên Îsra’îlê firokexaneya navdewletî ya Helebê li bakurê Sûriyê armanc kir û ew ji kar derxist.

Ajansa nûçeyan a rejîmê (SANA) ji zarê çavkaniyekî leşkerî ragihand ku di şeveqa roja Sêşemê demjimêr 02:07 balafirên şer ên Israîlî ji aliyê Deryaya Sipî ve li rojavayê Laziqiyê êrîşeke asmanî pêk anîn û firokexaneya navdewletî ya Helebê kir armanc.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku di encama bombebaranê de ziyanên madî giheştin firokxaneyê û ew firoke ji kar derxist.

Ajansa Rûsî (Spotnîk) li ser zarê çavkaniyekê li firokexaneya navdewletî ragihand: “Yek ji mûşekan ji mûşekên dijî firokeyan dûr ket û pista sereke ya firokexaneyê kir armanc.”

Herwiha Îsraîl di van salên borî de bi sedan êrîş biriye ser Sûriyê û dibêje ku armanc ew e ku rê nede Îran hebûna xwe ya leşkerî li wir ava bike.

wek tê zanîn ji sala borî ve, ev êrîş ber bi firokexaneyên navdewletî yên Şam û Helebê ve hatine, û bûne sedema rawestandina operasyonên wan carinan.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

About ferhad Şêxo

Check Also

CEJNA NEWROZÊ JI ALIYÊ XWECIHIYA AMÛDÊ YA BI SER NKSÊ VE HAT VEJANDIN.

Di roja Sêşemê 21ê avdarê sala 2023an de,cejna Newrozê ya netewî ya gelê Kurd, ji …

Leave a Reply

Your email address will not be published.