المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Ronahiyek li ser şoreşa 11 Êlûnê …

0 67

Şoreşa “11”ê Êlûnê sala “1961 “de, Mela Mistefa Barzanî bi pêşengiya Şoreşa herî mezin a neteweyî di dîrokê de bi îradeya gelê kurd ku Şoreşa” 11″ ê êlûnê bû nîşana destpêka qonaxeke nû ya têkoşîna gelê kurd, û herwiha ev Şoreş yek ji serhildanên herî berbiçav û herî giring ku gelê kurd di dîroka têkoşîn û ronahiya xwe de bi dest xistiye.

Piştî ku mafên wan yên rewa ji aliyê hukûmetên “Îraqî” ve hatin dizîn.

Û herwiha Şoreşa Êlûnê ku bi serpirştiya serok “Barzaniyê” nemir bû, ku dixwest bi dilsozî û hezkirin û bi niştîmanperweriya xwe ya kurdî bi rizgariya vê şoreşê li başûrê kurdistanê belav bike da ku hesta neteweyî û kurdayetiyê di nav miletê kurd de hişyar bikê û ew jî biriya vê şoreşê ku bi Şoreşa Êlûnê di hat naskirin û ku li dijî rêjîma “bas ” ya Îraqî bû û di encamê de bi hezaran şehîd danîn.

Ev Şoreş ku li çiyayê başûrê Kurdistanê mûma wê vêket , di Sala “1961” de,piştî serkeftina Şoreşa “14”Tîrmehê de , sala”1958″, ku “Ebdulkerîm Qasim ” serokê Îraqê bû, vexwendina Mela “Mustefa Berzanî” kir, ku serokê partiya Demokrata kurdistanê bû, û ew penaberekî siyasî bû li “Yekîtiya Soviyetê ” ji sala “1946” an ve, ku ew vegeriya welatê xwe, lê di demeke Kurt de mercên siyasî yên li welat guherî û ber bi daxwazên netewe perestiya Barzanî ve çûn, ku ev jî bû sedeme ku Barzanî li çiyayê kurdistanê vegera da ku Şoreşa Êlûnê sala “1961 ” bike da ku bigihêje mafên neteweyî yê gelê kurd, Û ji rexekî dî ve Şoreşa Êlûnê weku şoreşek ku wêneyên têkoşînê û alavek hebû ji bo xêzkirina mafên rewa yê ku hîn jî nexşeya têkoşînên leşkerî û siyasî û demokrasî û bingeha hevserokatiya aştiyê bû.

Û herwiha bûyerên Şoreşa “11” Êlûna Sala” 1961″ an de, di hemî hûrguliyên têkoşînê de ji hêla serok Mesûd Barzanî ve, bi beşdarbûna wî di lehengiya vê şoreşê de, ku di pirtûkan de li ser Berzanî û tevgera rizgariya kurda di vê şoreşê de hate nivîsandin. Û di dawiyê de serok Berzanî dibêje : Şoreşa”11″ êlûnê, Şoreşa mezin a gelê kurd ku bi êşên xwe yên dirêj ên dîrokî, bi rastî jî dayîka serhildanane ji ber ku ew gelê kurd qursek dîrokî ya nû tomar kiriya di dîrokê de bi rizgarkirin û serkeftina vê şoreşê.

 

 

Ragihandina ENKS ê

Qamişlo..Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.