المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Roja yekem a Cejna Remezanê li Qamişlo

0 79

Roja yekem a Cejna Remezanê li Qamişlo .

 

Îro roja Çarşemê 10ê Nîsana 2024an, roja yekemîn a cejna Remezanê li piraniya dewletên Misilmanan hat pîrozkirin..

Li Qamişlo yê kurdistana Sûriyê bi dilekî geş û bi coş xelk pêşwaziya roja yekem ji cejna Remezanê kirin û bi Kêfxweşî pîrozkirin..

Derbarê vê yekê de hemwelatîyekî ji xelkê bajarê Qamişlo ji malpera ENKS ê re Kêfxweşiya xwe wiha diyarkir û got: Bi boneya hatina Cejna Remezanê ya pîroz xweştirîn pîrozbahî arasteyî tevahiya malbat û dost û heval û herwiha gelê kurd û yên misilman dikin û bi taybetî pêşmergeyên qehreman ku ji bo parastina aramiya milet di sengeran de cejna xwe pîroz dikin ..

Û herwisa ji aliyekî din ve hemwelatiyan bi giştî di vê roja pîroz de bi germtirîn hêviya cejneke bi şahî û aştî û aramî û xweşî ji bo tevahiya milet derbas bikin dûrî nexweşiyan û êş û azaran û hevî dikin cejnên werê her kes li welatê xwe û li nav kes û kesûkarên xwe de cejna xwe bike…

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.