المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Gewiregosk.. Rêxistina PDK_Sê , serdana gora pêşmerge “Remedan Hisê kir..

0 42

Gewiregosk.. Rêxistina PDK_Sê , serdana gora pêşmerge “Remedan Hisê kir..

 

 

Îro roja yekem a Cejnê Şandek ji rêxistina Kewirgoskê ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya serdana gora şehîdê pêşmerge Remedan Hisî kir.

 

Şehîdê pêşmerge “Remedan Fêsel Hisê” ji daykbûna 1996 ji gundê Xirab Bajar yê bi ser navçeya ÇilAxa ve, di sala 2015an, di encama şer di Hêzên pêşmerge û rêxistênên terorîst de jiyana xwe ji dest da li navçeya Tilefer li Herêma Kurdistanê, û li goristana Gewiregoskê bi xakê hat spartin.

 

Û hêjaye were gotin ku hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin û ji dema damezrandina wê ta niha hîn pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê leşkerê Roj di kar û xebata xwe ya netewayî û kurdayetî bi armanca parastina milet û sînorê xaka Kurdistanê ji dijminan biparêzin di sengerên şer de dimînin …

 

 

Ragihandina ENKSê

 

Raport:Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.