المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR HAT VEJANDIN.

0 214

Îro Yekşemê 17.12.2023an encûmenên xwecihî yên bajarokê Til Temr û bajarokê Ebû Rasîn yên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve,(Xwecihiya Barzaniyê Nemir) li pêş navenda encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir,bi beşdarbûna xanim Fesla Yûsif endama desteya serokatiya ENKSê ve, Roja Ala Kurdistanî vejandin.

Di destpêkê de bi navê xwecihiya Barzaniyê Nemir bixêrhatina beşdaran hat kirin.

 

Piştî wê kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên kurd û kurdistan û di pêşî de Barzaniyê Nemir bi sirûda netewî,Ey Reqîb rawestiyan.

 

Herwiha Xanim Fesla Yûsif gotina ENKSê pêşkêş kir.û tê de bal kişand ser taybetmendiyên Ala Kurdî û şehîdên ku canê xwe feda kirine ji bo bilindkirina wê.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.