المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DIRBÊSIYÊ : ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI HÊLA ENCÛMENA XWECIHÎ HAT VEJANDIN..

0 144

Îro di roja Yekşemê 17.12.2023an de,Encûmenên xwecihî  yên   bi ser ENKSê ve roja Alaya kurdistanî li gelek deverên herêma Kurdistana Sûriya vejandin.

 

Herwiha encûmena xwecihî ya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê, encûmena pakrewan Ciwan Elqutna, wê jî di vê rojê de danê nîvro demjimêr 11ê nîvro roja Alaya kurdistanî vejandin.

 

Herwiha bi beşdarbûna kesayetên serbixwe û nûnerên civaka sivîl û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên bi ser ENKSê ve.

 

Di destpêkê de,mamoste Nîzamedîn Elîko bi navê xwecihiyê bixêrhatina hemû beşdaran kir.

Û piştre 5xulekên bêdeng bi sirûda Ey Reqîb.hat sekinandin ji bo rêzdariya Alaya kurdistanî û pakrewanên Kurd û Kurdistanê.

Û piştre mamoste serokê xwecihiyê Mihemed Nasir bi navê xwecihiya bajarê Dirbêsiyê û gundewarê wê axivî û axaftina wî jî di derbarê nirxandina Alaya kurdistanî bû.

Herwiha Serokê xwecihiya Dirbêsiyê û gundewarê wê di dawiya gotina xwe de Alaya  pîrozî li hemû gelê Kurd kir û spasiya hemû kesên beşdar kir.

 

Herwiha Hejmarek pir ji Alaya kurdistanî hatin bilind kirin.

Û rojek pir bi nirx bû.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.