المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ROJA ALAYA KURDISTANÎ JI ALIYÊ HER DU XWECIHIYAN YA TIL TEMIR Û EBÛ RASÊN VE HAT VEJANDIN.

0 65

Îro Şemiyê 17.12.2022an encûmenên xwecihî yên bajarokê Til Temr û bajarokê Ebû Rasîn yên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdî ve, li pêş navenda encûmena xwecihî ya bajarê Til Temir, Roja Ala Kurdistanî vejandin.

Di destpêkê de Serokê xwecihiya Til Temir birêz Qasim Xelîl bixêrhatina beşdaran kir.

Piştî wê Ala Kurdistanê hat ji aliyê zarokê Rûmet Şêxo û sirûda netewî, Ey Reqîb hat bilindkirin.

 

Herwiha M. Behcet Şêxo endamê Komîteya Navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriya gotina encûmenê pêşkêş kir û tê de bal kişand ser taybetmendiyên Ala Kurdî û şehîdên ku canê xwe feda kirine ji bo bilindkirina wê.

Di dawiya ahingê de, çend kesayetiyên serbixwe yên netewî, nûnerê Tevgera Ciwanên Kurd û nûnerê Yekîtiya Xwendekaran hatin rêzgirtin (Xilatkirin).

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.