المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Domîz.. partiya Yekîtiya Kurdistanî-Sûriya Roja Alaya Kurdistanî Vejandin ..

0 56

Roja şemiyê17 ê berçileyê 2022 an, partiya Yekîtiya kurdistanî-Sûriya roja Alaya kurdistanî li Kampa Domîz Vejand…

ev yek bi amadebûna hejmarek ji endam û Alîgirên wê partiyê û bi bilindkirina alaya kurdî ev helkeftin bi rêva çû…

Û hêjaya were gotin ev alaya kurdî li yekem komara kurdî û bi destê nemir Qazî Mihemed li qada çar çira hate bilind kirin, ev alaya ku pêşmergeyên kurdistanê yên Qehreman bi hizaran canê xwe kirina qurbanî da ku Alaya me bimîna berz û bilind li ezmanên her çar parçeyên Kurdistanê û bibe sembola kurdayetiyê” .

 

Û ji rexekî din ve tê zanîn ku  dîroka Alaya kurdistanê pir dirêz e  , ji sala 1918 -1919an dest pê dike dema Desteya Civakî ya Kurdistanî li Istenbolê nexişandin û di gelek Şoreş û raperînan de bilind bûye , û bi destê nemir Qazî Mihemed li Qada çarçira hat bilind kirin ji bo bibe dirûşma berxwedanê, û sembola kurdayetiyê, û ji ber yekê, roja 17/12 an de, her sal miletê kurd seranserî herçar parçeyên Kurdistanê Roja alaya kurdî li bîrtînin, ew alaya ku bi melyonan miletê me xwe kirina qurbanî da ku bimîna berz û bilind..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.