المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RÊXISTINA EWROPA YA YEKÎTÎ KURDISTANÎ 18EMÎN SALVEGERA PAKREWANKIRINA SÊX  MAŞÛQÊ XEZNEWÎ VEJAND.

0 68

Roja Yekşemê di 4.5.2023,an de, rêxistina Ewropa ya PYK-S hejdehemîn salvegera şehadeta Şêx Maşûq Xeznewî li baregeha Komeleya Dostaniya Alman-Kurd li Bambrakê vejand.

Di destpêkê de,bi navê PYK-S bixêrhatina hemû aliyên beşdar hat kirin.

 

Û piştre xulekek bêdeng li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistan û bi taybet Şêxê pakrewanan Dr.Maşûqê Xeznewî bi sirûda Ye ReqÎb rawestiyan.

Herwiha rêveberiya semînarê ji aliyê endamên Komîteya Siyasî ya Rêxistina Ewropa ya Partiya Yekîtî ya Kurdistaî – Sûriye Dr.Mihemed Ceman û Ciwan Welî ve hate kirin.

Komek ji endamên civaka Kurd ên li Bambrak û derdorê beşdarî sempozyûmê bûn.

 

Herwiha Endamên komîteya Siyasî qonaxên girîng ên jiyana Şêx Xeznewî, rola wî di dema serhildana Qamişlo û piştî serhildana Qamişlo, asta bandora wî li ser gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û rola wî ya birûmet ku wî wek kesekî paşxaneya olî lîst.

 

Herwiha bal hat kişandin ser aliyê yasayî yê wê tawana hovane ku Şêx Xeznewî tûşî wê bûye, û piştre rewşa siyasî ya giştî derbarê pirsa Sûriyê û xalên giring ji bo me wek Kurd di vê qonaxê de hatin şirovekirin.

 

Piştî ku mamosteyan axaftina xwe bi dawî kirin, nîqaş li pêşiya beşdaran hat vekirin, mudaxele û pirsên ku hatin nîqaşkirin û pirsên beşdaran hatin bersivandin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.