المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê roja duşemê 5ê Hizêranê li pêş çûnûhatina welatiyan û rêxistinên navdewletî hate vekirin..

0 67

Îro roja duşemê 5ê Hizêrana 2023yan, deriyê sînorî yê Pêşxabûr “Sêmalka ” hate vekirin li pêşiya çûnûhatina welatî,Rêxistin ,Tevgera bazirganî ,piştî Du heftiyan ji girtinê ..

Tê zanîn ku roja 11ê meha 5an, Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalka hatibû girtin..

Û roja şemiyê 3ê Hezêrana 2023an, Rêveberiyê Deriyê Sînorî yê Pêşxabûrê ragihand ku deriyê Sêmalka wê roja 5ê Hizêranê de were vekirin di navbera Herêma kurdistanê û Rojavayê kurdistanê wek berê li pêşiya welatiyan tê vekirin û nexweş û bûk û xwediyên Îqameyên Herêma kurdistanê û Ewropî jî dikarin derbasbibin..

Û li gorî Rêveberiya Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr ragihand, ku êdî her kesê bixwaza ji Rojavayê kurdistanê derbasî Herêma kurdistanê bibe,û Yan jî ji Herêma kurdistanê serdana Rojavayê kurdistanê bike ,dikare wek berê bi rêya Online ..

Û hêjaya were gotin ku Deriyê sînorî yê Pêşabûrê/Sêmalka di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ye û ji destpêka sala 2013na ve, bi fermana Serok Mesûd Barzanî ji bo alîkariya gelê Kurdistanê yê li Sûriyê hatiye vekirin.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

R aport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.