Roja şemiyê 21ê Çileya 2023an, Rêxistina Basirma a bi ser partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya ve ,li Kampa Basirma Semînarek siyasî û Rêxistinî li darxist…
Û ev yek bi amadebûna serkirdaya û endamên PDK-Sê.
Û ji aliyê M,Serhan Hesen ” endamê komîteya navendî û berpirsê Rêxistina Basirma ve, ev Semînar bi rêva çû..
Di destpêkê de xuleke bêdeng rawestiyan ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir..
Û herwiha naveroka vê Semînarê M,Serhan Hesen ” bi giştî li ser rewşa siyasî ser asta navdewletî û herêmî û bandora wê li ser doza kurdî û bi taybetî rewşa kurdan li kurdistana Sûriyê behiskir..
Û piştre di Semînarê de Birêz ” Serhan ” derbarê rewşa Rêxistinî ya Partî anî ziman..
û herwiha ser rola Encûmena Niştimanî ya Kurdî di çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê de, û tekez kir ku Encûmena Niştimanî ya Kurdî pêdiviya wê bi bername û pirojeyek siyasî ya zelal û berfereh heye û pêşkêşî aliyên pêwendîdar bi çareserkirina rewşa Sûriyê bike behiskir..
Û ji rexekî din ve di vê semînarê de rola Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya, di Sûriya paşerojê de û di nivîsandina destûra nû de û dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê re gotûbêjkir…
Û di dawiya Semînarê de amadebûyan pirsên xwe diyarkirin û bi awayekî zelal ji aliyê Birêz, Serhan Hesen ” endamê komîteya navendî ve persiva wan hate kirin….
Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî