المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA KOBANÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 77

Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Kobanê di roja Yekşemê 22.1.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê rawestiyan.

Piştre di civînê de xalên herî girîng ên rojevê hatin nîqaşkirin.

Di asta rêxistinî de, beşdaran tekezî li ser pabendbûna bi civînên asayî û gotûbêjkirina bûyer û ahingên neteweyî yên meha Avdarê kirin.

Li ser asta siyasî, serokê encûmena xwecihî birêz Elî Ibrahîm bi dirêjî behsa dawîn pêşhatên siyasî li qada navçeyî û navdewletî û çarenivîsa nêzîkirina di navbera Tirkiye û Sûriyê de kir.

Her wiha behsa serdana nûnerê Amerîka Nîkolas Girînger û hevdîtina wî ya vê dawiyê li gel desteya Serokatiya ENKSê kir.

Her wiha di civînê de rewşa aborî ya trajîdî ya ku niştecihên herêmê tûşî wê dibin, ku piraniya ciwanan dihêle ku koçberî derveyê welat bibin, hate gotûbêjkirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.