المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Salvegera 8emîn ser şehîdbûna pêşmerge ”Nêçîrvan Eta Mihemed “ve derbas dibe

0 70

Roja şemiyê 21ê çileyê 2023an salvegera 8emîn ser şehîdbûna pêşmerge ” Nêçîrvan Eta Mihemed ” ve derbas dibe .

ku di encama şerekî dijwar di navbera hêzên pêşmerge û rêxistina terorîst a Daîşê li gundê wanikê yê bi ser qezaya Til Kêf li Eskê Mûslê li Herêma kurdistanê de jiyana xwe ji dest da …

 

Û herwiha hêjaya were gotin ku hêzên pêşmergeyên leşkerê Roj  ku pakrewan  Nêçîrvan  yek ji Endamê wê bû , ji dema damezrandina wê ta niha hejmarên mezin ji şehîd û birîndar daye ji bo parastina xaka Kurdistanê …

 

Û herwiha hin zaniyarî ser dîroka şehîdê pêşmerge ” ” Nêçîrvan Eta Mihemed”….

– Nav : Nêçîrvan Eta Mihemed

– Pile: pêşmerge

– Ji dayîk bûnê: Girkê Legê

– Dîroka şehîdbûnê: 21/1/2015 Eskê Mûsilê.

 

Û tê zanîn ku şehîdê pêşmerge ” Nêçîrvan Eta Mihemed ” ji daykbûna sala 1992 an li bajarê Girkê Legê û ji dema damezrandina Leşkerê Roj tevlî nava refên pêşmerge bû ..

Û Hêzên pêşmergeyên Kurdistana Sûriyê bi qehremaniya xwe di rûbirûbûna rêxistinên terorîst yên Daîşê de dikarîbûn destkeftên zêde bi dest bixin û navê xwe bi tîpên zêrîn di dîroka qehremaniyê de binvîsin …

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.