المجلس الوطني الكوردي في سوريا

RAYEDAREKÎ EWLEKARIYA TIRKIYÊ:EM DIKARIN BI RÊJÎMA SÛRIYÊ RE LI SER VEKIŞÎNA TEV YAN JÎ BEŞEKÎ DANÛSTANDINAN BIKIN.

0 78

Rayedarekî ewlekariya Tirkiyê: Em dikarin bi rêjîma Sûriyê re li ser vekişîna tev yan jî beşekî danûstandinan bikin.

Berpirsekî payebilind ê ewlehiyê yê Tirkiyê amadebûna welatê xwe ji bo danîna hemû mijaran bo gotûbêjkirina bi rêjîma Sûriyê re li ser maseya gotûbêjê, ji wan vekişîna tam yan beşekî hêzên Tirkiyê ji Sûriyê aşkere kir.

Rayedar ji (BBC Turkçeyê) re daxuyand ku operasyonên leşkerî yên ku li Sûriyeyê dest pê kirin bi hemahengiya Rûsyayê re bûn û xalên çavdêriyê yên li Îdlibê jî li gor lihevkirinên Enqereyê yên bi Moskova û Tehranê re hatin kirin.

Wî her wiha got, “:Îro ti xetên sor û şertên pêşwext li ser masê nîn in” û ev yek nîşan dide ku her mijar dikare were gotûbêjkirin, di nav de vekişîna hêzên Tirkiyê bi tevahî yan jî beşek ji Sûriyê”.

Herwiha rayedarê Tirk eşkere kir ku hem Enqere û hem jî rejîma Sûriyê li ser vê nêrînê ne ku “Eger me xeta sor an jî şert û mercek pêşwext danî, wê aliyê din jî heman tiştî bike û di vê rewşê de em ê nikaribin li ser heman maseyê rûnin. helwestên me yên bi temamî ji hev cuda ne,” tekez kir ku her du alî rûniştina xwe li ser heman maseyê bi serê xwe serkeftinek dibînin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.