المجلس الوطني الكوردي في سوريا

SEROK BARZANÎ LI GEL ŞANDEKE PILEBILIND A AMERÎKAYÊ CIVIYA

0 66

Di roja sêşemê 17.1.2023an de, Serok Mesûd Barzanî li Selahedîn pêşwaziya şandeke pilebilind a Amerîkî kir.

Herwiha di şandeyê de,Hevrêzê Karûbarên Ewlekariya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Qesra Spî Birêt Makxork û Kordînatorê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Enerjiyê Amos Hokiştîn pêk dihat.

Herwiha Balyoza Amerîka li Iraqê Alîna Romanoskî û hejmarek şêwirmendên Wezareta Derve ya Amerîkayê jî amade bûn.

Di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê û peywendiyên Herêma Kurdistanê û Bexdayê hat gotûbêjkirin û tekez li ser giringiya rola wan li derbaskirina wan astengên li pêşiya enerjiyê li ser asta cîhanê hat kirin.

Herwiha di hevdîtinê de,li ser rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku îsal hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi awayekî dadperwerane birêve biçe û di heman demê de, tekez li ser wê yekê kir ku ti behaneyek ji bo paşxistina wan hilbijartinan nayê qebûlkirin.

 

Li hember de jî Serok Barzanî daxwaza piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo derbaskirina kêşeyan kir û tekez li ser berdewamiya hevdîtinan û hemahengiya di navbera partiyên siyasî kir.

 

 

Herwiha di derbarê çaksaziyên hêzên Pêşmerge de jî,Serok Barzanî tekez li ser berdewamiya ya piştgiriya hêzên Pêşmerge kir û bi mebesta berdewambûna wan çaksaziyan de.

Herwiha rewşa siyasî ya navçeyê û metirsiya terorê mijareke din ya hevdîtinê bû û şanda Amerîkî tekez li ser giringiya ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî kir.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.