المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Rawestandina alîkariyan bandorê li ser koçberan dike.

0 127

Koçberên ku li kampên Bakurê Sûiyê dimînin bi hatina demsala zivistanê re di rewşeke zêde xirab de dijîn, û nexasim piştî ku Programa Xorakê ya cîhanî di meha Kanûna Pêşîna 2024an, de alîkarîyên xwe li ser wan rawestîne .

Û herwiha di vê derbarê de li gorî raporeke ku ji aliyê Tîma Hevrêzên Bersivdana Sûriyê ,li ser rêjeya bersivdana mirovî li kampên bakurê Sûriyê hatiye weşandin,ku rêjeya di sektora ewlekariya xurek û debara jiyanê de gihiştiye %37 û sektora av û paqijiyê %24.

Rêjeya bersivdayina mirovahî li beşên din di meha Mijdarê de wiha bû:

– Sektora Tenduristî û Xwarinê: %33

– Sektora nexwarinê: 41%

– Sektora stargehê (dabînkirina konan ji bo kampên nefermî): 39%

– Sektora perwerdehiyê: 27%

– Sektora parastinê: 43%

Li gorî raporê, di meha Mijdarê de 9 şewat li kampan ketine û di encamê de 12 kon zirar dîtine.

Wî diyar kir ku rêjeya malbatên ku bi tenê girêdayî alîkariyên mirovî ne, gihîştiye 85.5%, bi tirsa ku rêjeya niha dê zêde bibe bi hatina zivistanê re, û nekarîna sivîlan ji bo ewlekariya kar li gorî havînê.

Û wî got jî, “Rêjeya pêwîstiyên mirovî di beşên curbicur de bi rêjeya 11.7% li gorî meha borî zêde bû, ku ew jî bi kêmbûna bersiva mirovî bi rêjeya 9.8% hat birîn.”

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de xemgîniya xwe ji ragihandina bidawîbûna bernameya xwe ya alîkariyên xwarinê ya giştî li seranserê Sûriyê heta Çileya 2024an nîşan da.

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.