المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Di encama şewata avahiyeke niştecîbûnê 14 kes canê xwe ji dest dan, û 7 kes birîndar bûn.

0 143

Duh êvarî 8ê berçileya 2023an, agir bi avahiyeke niştecîbûnê ku xwendekar û mamosteyên zanîngrha Soran lê dimînin ket.

Û di encama vê şewatê 14 kesan canê xwe ji dest dan , û 7 kes birîndar bûn , û li gorî agahiyan ku 5 ji wan ji Rojavayê Kurdistanê ne

Û di der barî vê şewatê serok Mesûd Barzanî daxuyaniyek belav kir û têde wiha got:

“Bi bihîstina nûçeya şewata avahiyeke niştecîbûnê ya li bajarê Soranê gelekî xemgîn bûm ku mixabin di wê bûyerê de hijmarek ji welatiyên sivîl mirin û yên din jî birîndar bûn.

Ez sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên vê karesatê re dixwazim û xema wan parve dikim.

Ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku giyanê qurbaniyên vê bûyera diltezîn bi bihûştê şad bike, sebir û aramiyê bide malbatên wan û şifaya lezgîn bide birîndaran.

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.