المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qoştepe.. PDK_Sê Serhildana 12ê Adarê Bibîranîn.

0 159

Roja şemiyê “11 ê “Avdara” 2023″ an, Rêxistina Qoştepa ya PDK_Sê , bi boneya salvegera” 20″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê vejand .

 

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna serkirdeyên partî û encûmena Niştîmanî û pêşmerge û rêxistinên ciwanan.

 

Û herwiha “êvara” 12″ Avdarê wek rojeke taybet di dîroka milet kurd de ye , ku serhildanek ji bajarê Qamişlo dest pê kir dijî rêjîma Esed ku bi dehan ji gelê pakrewan û bi sedan birîndar bûn û bi hezaran hatin bin çavkirin ji ber vê yekê , vêxistina mûman wekî rêzgirtinekê ji xwîna wan re tê .

 

Û ji rexekî dî ve tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên cûrbicûr êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

 

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.

 

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.