المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Kewiregosk..PDK_Sê, Serhildana 12ê Adarê Bibîranîn.

0 120

Roja şemiyê “11 ê “Avdara” 2023″ an, rêxistina Kewiregoskê ya bi ser PDK_Sê ve, bi boneya salvegera” 20″ emîn li ser derbasbûna bîranîna pakrewanên “12” Avdarê vejand .

û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna partî û alîgirên wê.

Û tê zanîn ku di roja “12”Avdara” 2004″ an, di lîstika footbolê de, di navbera Tîma Cîhad ya Qamişlo, û Tîma Fitiwê ya Dêrezorê, û herwiha alîgirên Tîma Fitiwê yên erebên şofînî û bi piştgirtiya rêjîmê bi hin çekên cûrbicûr êrîş bi ser welatiyên kurd ên alîgirê Tîma Cîhad kirin.

Û di encama wê erîşê de li seranserî deverên kurdistana Sûriyê welatiyên kurd derketin xwepêşendanan, Lê rêjîmê bi tundî bersiva wan da û bi sedan kes birîndar bûn û herwiha bi hezaran hatin binçavkirin û bi dihan şehîd ketin.

Û herwiha ji ber vê yekê her sal êvara “12 ê “Avdarê de, her sal mûm ji aliyê gelê kurd ve tê vêxistin li pêşiya mal û kolanên xwe, ji bo bîranîna pakrewanên serhildana ” 12 ê “Avdarê,

Ragihandina ENKSê
Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.