المجلس الوطني الكوردي في سوريا

QAMIŞLO:HEVDÎTINEK DI NAVBERA PARTIYA ÎRADEYA GEL Û TEVGERA ÇAKSAZIYA KURD LI SÛRIYÊ TÊ LIDARXISTIN

0 189

QAMIŞLO:HEVDÎTINEK DI NAVBERA PARTIYA ÎRADEYA GEL Û TEVGERA ÇAKSAZIYA KURD LI SÛRIYÊ TÊ LIDARXISTIN

 

Hevdîtinek Partiya Îradeya Gel û Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê tê lidarxistin.

 

 

Di 3.6.2024an de, şandeke Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê bi serokatiya hevrêzê giştî yê tevgerê birêz Fêsel Yûsif û endamên ofîsa Cîbicîkar Feyrûşa Ebdulrehman û Kazim Xelîfê serdana ofîsa Partiya Îradeya Gel li bajarê Qamişlo kirin.

 

 

Şanda Tevgerê ji aliyê Endamê desteya Serokatî û berpirsê Rêxistina Elcezîrê mamoste Hemdela Îbrahîm, endamê encûmena Navendî û endamê Komîteya parêzgehê Mesûc Xidr, endamê encûmena Navendî û endamê Komîteya parêzgehê Mejdel Doko ve hatin pêşwazîkirin. û Beşîr Hesen endamê Komîteya Parêzgehê.

 

 

Di civînekê de, her du alîyan li ser giringî û pêwîstiya gihandina helwestên yekgirtî ji bo gihiştina çareseriyeke siyasî ji rewşa niha ya welat li gor biryara 2254ê ya Netewên Yekgirtî, danustandina bîr û ramanan kirin.

 

 

Her wiha pêşhatên siyasî û encamên rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa jiyanê bi taybetî hatin nirxandin

 

 

Her du aliyan diyar kirin ku diyalogên bi vî rengî bingeha avakirina yekitiya helwêstê ne, û pêwîst e berdewam bi hev re danûstandin û danûstandina bîr û ramanan bikin da ku xizmeta doza Sûriyê û gelê wê bikin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.