المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞANDEKE NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA “ENKS” BI RÊVEBERIYA DERIYÊ PÊŞXABÛRÊ RE CIVIYA.

0 157

ŞANDEKE NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA “ENKS” BI RÊVEBERIYA DERIYÊ PÊŞXABÛRÊ RE CIVIYA.

 

 

 

Şandeke nûnerê ENKSê li Herêma Kurdistanê bi rêveberiya deriyê Pêşxabûrê re civiya

 

Roja duşemê 3.6.2024, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ligel rêveberiya dergehê Pêşxabûr civiyan û mijara penaberên kurd li Herêma Kurdistanê û çawaniya hevahengiya di navbera wan de ji bo dîtina Çareseriya guncaw, rakirina kêmasî û valahiyan û serdana cihan ji girîngtirîn gotûbêjên civînê bûn

 

Şanda nûneratiyê ji birêz: (Cedan Elî, serokê nûneratiyê, Fadil Delî, Hesen Hesen, û Ciwan Osman), endamên Komîteya Karûbarên Penaberan pêk dihat.

 

Şande ji aliyê rêveberiya dergehê ve bi germî ji aliyê rêveberiya dergehê General Şewket Berbeharî Albay Nazim, Rêveberê Deriyê asayîşa dergehê Albay Ednan û Albay Ebdul Setar ve hatin pêşwazîkirin.

 

 

Di destpêkê de, birêz Cedan Elî Serokê Nûneratiyê behsa giringiya bihêztir kirina peywendiyên di navbera Nûneratiyê û rêveberiya dergehê Pêşxabûrê kir daku bigehe asta herî bilind ya hemahengiya navbera wan di nava Herêma Kurdistanê de.

 

 

 

Her wiha birêz Cedan Elî tekezî li ser giringiya rola dergehê kir û spasiya Serok Mesûd Barzanî, hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê û rêveberiya dergehê kir ji bo xizmetguzarî û asankariyên ku pêşkêşî penaberên kurdên Sûriyê kiriye, ji ber ku ew dergeh pêkhatiye,tenê dergehê di navbera Kurdistana Sûriyê û Kurdistana Iraqê de, û haletên mirovî û hawarhatinê ku berê pêşkêşî navçeyên kurdî li Sûriyê kiribûn, alîkariyan û pêdiviyên pizîşkî peyda dike, û hemû xizmet û alîkarî bi rêya wê tên radestkirin.

 

 

Ji aliyê xwe ve jî, birêz Şewket Berbeharî Rêvebirê Xaçerêya Pêşxabûr bi xêrhatina şanda nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî kir û kêfxweşiya xwe bi vê serdanê nîşan da û ji aliyê xwe ve pesna rola encûmen û nûneratiyê di derbarê îmkanan û hêsankariyan de da zanîn, xizmetên ku ew pêşkêşî penaberên Sûrî dike.

 

Berbeharî balkişand li ser wê yekê ku penaberên kurdên Sûriyê birayên me ne û ev erkek li ser milê me ye û wek Serok Barzanî jî got, ew li ser axa xwe û di nav birayên xwe de ne û hewla dabînkirina hemû hêsankariyan û peydakirina mekanîzmayên baştir didin.

 

Di dawiya civînê de, Berbeharî girîngiya dîtina rêyên çalakiyên hevbeş û şopandina meydanî ya pêwîstiyên penaberan û dîtina mekanîzma û çareseriyên bilez û bibandor ji bo bilindkirina asta xizmetguzariyê ji bo gelê me yê penaber ên Kurd ku li Herêma Kurdistanê dijîn, anî ziman.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.