المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo ..YJK-Sê çilrojiya Şêrîn Hisên li darxist..

0 120

Roja yekşemê 5ê Adara 2023an, YJK-Sê şaxê Qamişlo, çilrojiya Şêrîn Hisên, endama rêvebir a Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya û endama Xwecihiya kornîş a ENKSê ,li ofîsa partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya li darxist..

 

Û ev yek bi amadebûna endamên encûmenên xwecihiyan û rêxistinên jinan ..

 

Û di derbarê vê çilrojiyê de hejmarek gotin hatin pêşkêşkirin..

 

Gotina Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya, ji aliyê M,Ariya Cuma ve hate xwendin û têde ser rol û çalakiyên Şêrîn di yekîtî û encûmenê de anî ziman..

 

Û Gotina Xwecihiya kornîş ji aliyê M,Heyat Qiço ve hate xwendin, û herwiha M,Şikrî Yûsif, M,Dilxwaz Hemo gotinek ser çalakiyên Şêrîn pêşkêşkirin..

 

Û herwiha keça Şêrîn Hisên jî gotinek pêşkêşkir û têde spasiya hemû beşdaran kir..

 

Û tê zanîn ku di 25ê Çileya 2023an, Şêrîn Hisên, endama birêvebir a Yekîtiya jinên kurdistan-Sûriya û endama Xwecihiya kornîş a ENKSê , ji ber nexweşiyeke giran koça dawî kir …

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.