المجلس الوطني الكوردي في سوريا

DR.HELBESTVAN BEDIRXAN SINDÎ HAT XELATKIRIN.

0 83

Di roja Şemiyê,4.3.2023an de,li ser vexwandina Yekîtiya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, çû bajarê Dihokê ji bo beşdarîkirina di merasima rêzgirtina Dr.Helbestvan Bediraxan Sindî xelata helbestvanê mezin ê kurd Cegerxwîn dan wî.

Herwiha Şanda nûnertiyê ji endamên Komîteya Peywendiyên Derve ya Encûmenê Dr.Kawa Azîzî, Ebdulezîz welîka pêk hatibû.

Herwiha di merasîmê de,birêz Elhuseynî axaftinek dirêj li ser merîfetên Dr.Bedraxan Zindî

Û li ser naveroka Xelata Wêjeyî ya Cegerxwîn pêşkêş kir.

Paşê birêz Mû’eyed Teyib destwerdanek dirêj li ser Dr.Bedraxan Zindî kir behsa jiyana wî û helbestên wî yên netewî ji ciwanbûna wî û ta niha.

Piştî rêzgirtin ji helbestvan Zendî bi xelata Cegerrxwîn, hunermend Mahmûd Ezîz bi çendîn stranên netewî û folklorî pêşkêş kir.

Şevbihêrkek hêja ya wêjeyî bû ku tê de behsa êşa helbestvanan û têkoşîna wan a ji bo mafên gelê Kurd hat kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.