المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Qamişlo.. Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya,12emîn salvegera terorkirina xebatkar “Mişel Temo” vejandin..

0 171

Roja şemiyê 7ê Cotmeha 2023an, Şepêla Pêşeroja kurdistan Sûriyê ,12emîn salvegera xebatkar”Mişel Temo” vejand ..

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî,û herwiha kesayetên nivîskar û rewşenbîrî..

 

Û Gotina Encûmena Niştîmaniya kurd li Sûriya ji aliyê M,Silêman Oso ve endamê desteya serokatiya ENK_Sê ve hate xwendin.

 

Gotina Êniya Aştî û Azadiyê ji aliyê M,Mûşê Gewrê endamê desteya serkirdayetiyê ve hate xwendin..

 

Gotina Şepêla Xed Elsûrî ji aliyê M,Ewda Eleşim endamê desteya serkirdayetiyê ve hate xwendin..

 

Gotina partiya Gel a kurdistanî ji aliyê endamê komîteya Siyasî M,Mûnîb Elehmed..

 

Gotina Şepêla Pêşeroja kurdistan Sûriya ji aliyê serokê desteya cîbicîkar M,Ekrem Hisên ve hate xwendin..

 

Gotinek bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê hate pêşkêşkirin ..

 

Û herwiha kurte filmek li ser jiyan û dîrok û xebata “Mişel Temo hate pêşkêşkirin..

 

Hêjaya were gotin ku “Mişel Temo ” rêberê Şepêla pêşeroja kurd li Sûriya, ji dayîkbûna sala 1957an,li gundê Cenazaeyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, Di sala 1980 ê de li zanîngeha Helebê beşê Endazyariya Çandiniyê xwendibû,û di sala 1988 an de,ji ber xebata wî yên siyasî ji aliyê desthilata Be’s ve ji karê dewletê hate dûrxistin…

 

Û tê zanîn di 7ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 8ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo di çiviyan , ku 4 çekdarên nenas bi hêza çekan êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî Mersêl û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.