المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Domîz.. Şepêla pêşeroja kurdistan Sûriya,12emîn salvegera terorkirina xebatkar “Mişel Temo” vejandin..

0 167

Roja şemiyê 7ê Cotmeha 2023an, Şepêla Pêşeroja kurdistan Sûriyê li herêma kurdistanê ,12emîn salvegera xebatkar”Mişel Temo” vejand ..

 

Û ev yek bi amadebûna nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî,û herwiha kesayetên nivîskar û rewşenbîrî..

 

Û Gotina partiya Demoqrata kurdistan Sûriya ji aliyê M,Hacî Kalo ve endamê ofîsa siyasî ya PDK_Sê ve hate xwendin.

 

Gotina partiya Yekîtiya kurdistan_Sûriya ji aliyê M,Ibrahîm Biro endamê ofîsa siyasî ya wê partiyê ve hate xwendin..

 

Gotina partiya Gel a kurdistanî ji aliyê endamê komîteya navendî M,Mihemed Zekî ve hate xwendin..

 

Gotina Şepêla Pêşeroja kurdistan Sûriya ji aliyê serokê ofîsa peywendiyên giştî ya şepêlê M,Fadî Mirê ve hate xwendin..

 

Gotina hevalên Şehîd ji aliyê M,Mela Nûredîn hate xwendin..

Û herwiha di dawiyê de birêz، Ebo Heqî ji bo karê wî hate xelatkirin ..

Û mûma hatin vêxistin bi vê bineyê..

 

Hêjaya were gotin ku “Mişel Temo ” rêberê Şepêla pêşeroja kurd li Sûriya, ji dayîkbûna sala 1957an,li gundê Cenazaeyê yê bi ser bajarê Dirbêsiyê ve, Di sala 1980 ê de li zanîngeha Helebê beşê Endazyariya Çandiniyê xwendibû,û di sala 1988 an de,ji ber xebata wî yên siyasî ji aliyê desthilata Be’s ve ji karê dewletê hate dûrxistin…

 

Û tê zanîn di 7ê Êlûna Sala 2011an de , Mişel Temo ” rastî hewleke kuştinê hat, lê di roja 8ê Cotmeha 2011an, careke din Xebatkar Mişel Temo ” rastî êrîşeke kuştinê hat, di dema ku Mişel û hin hevalên xwe li Maleke li bajarê Qamişlo di çiviyan , ku 4 çekdarên nenas bi hêza çekan êrîşî wê malê kirin, û Mişel kuştin, herwiha kurê wî Mersêl û çalakvana kurd ” Zahîda Reşkêlo birîndar kirin..

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.