المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PEDERSON:GELÊ SÛRIYÊ HÊ JÎ DI NAV KIRÎZEKE KÛR DE YE.

0 144

PEDERSON:GELÊ SÛRIYÊ HÊ JÎ DI NAV KIRÎZEKE KÛR DE YE.

 

 

 

Di roja Pêncşemê 30.5.2024an de, Encûmena Asayişa Navdewletî civîna xwe ya mehane derbarê dosya Sûriyê lidar xist û endaman guhdariya axaftineke Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê taybet bo Sûriyê Gêr Pederson kirin.

 

 

Pederson diyar kir ku gelê Sûriyeyê hîna jî di nava krîzeke kûr de ye, ku bi demê re her ku diçe kûrtir dibe û ev demeke dirêj gefa parçebûn û bêhêvîtiyê dixwe û ev rewş weke “trajîk” û “metirsîdar” bi nav kir.

 

Her wiha Pederson tekez kir, “Di nebûna pêvajoyeke siyasî ya berfireh de, her cure meylên neyînî zêde dibin û tekezî li ser wê yekê kir ku divê li hemû qadan li Sûriyê alozî were rawestandin.”

 

 

Pederson amaje bi wê yekê kir, ku proseya hilbijartinê ya çaverêkirî li hejmarek ji herêmên Sûriyê, ne alternatîvek ji bo proseyeke siyasî ya berfireh e ku bibe sedema destûreke nû ya Sûriyê ku li ser lihevkirî ye û li gorî nêrîna biryara Encûmena Ewlekariyê 2254 hilbijartinên piştre bên kirin.

 

 

[ ] Her wiha Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê jî,Vîdant Patîl, cîgirê berdevkê sereke yê Wezareta Derve ya Amerîkî: Niha li Sûriyê şert û mercên hilbijartinan li gorî biryara navdewletî 2254 nîn in.

 

 

Her hilbijartineke ku li Sûriyê pêk were divê azad, adil, zelal û berfireh be, wek ku biryara Civata Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ya 2254 daxwaz dikir. Em bawer nakin ku şert û mercên hilbijartineke wiha li Bakur û Rojhilata Sûriyê hene.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.