المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Êrîşên Israîlê li ser xaka Sûriyê.

0 116

Êrîşên Israîlê li ser xaka Sûriyê.

 

 

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe de ragihand ku Artêşa Israîlê 88 êrîş xaka Sûriyê kiriye armanc ji wan 60 asmanî û 28 bejayî bûn di nav da cih û baregehên bi ser Hizbulah Libnanî û milîsên Iranê û xalên rêjîmê.

 

Û herwiha di encama wan êrîşan de 228 leşker hatine kuştin û 114 din birîndar bûn.

 

Û ji aliyekî din ve Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan di raporta xwe de da zanîn Ku di nav kuştiyan de 37 endamên milîsên bi ser Iranê ji nasname Sûrî ne û 54 ê din ne Sûrî ne, û 24 endam ji pasdarên Iranê, 44 yên Hizbulah Libnanî, 54 jî ji endamên hêzên rêjîmê û çekdarên bi ser wê ve ne.

 

Û li gorî Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ku di encama êrîşên Israîlê li ser xaka Sûriyê de 88 sivîl hatin kuştin di nav wan de du zarok û 3 Jin, û herwiha nêzîkî 20 sivîl birîndar bûne.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.