المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK_Sê LI KAMPA DAREŞIKRANÊ KOÇKIRINA BARZANÎ BI BÎR ANÎ

0 143

Partiya Demoqrata Kurdistan _Sûriya, roja pêncşemê“1” Adara “2024”an, salvegera “45” emîn, li ser koçbarkirina Bavê giyanî yê gelê kurd “Mela Mistefa Barzanî vejand .

 

Û ev yek bi amadebûna hejmarek ji milet û bi hazirbûna serkirde û nûnerên partiyên siyasî û encûmena Niştîmanî û herwiha rêxistinên sivîlan.

 

 

Û Di destpêkê de xulekek bêdeng rawestiyan li ser giyanê pakrewanên kurd û kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir.

 

Û çend gotin di ahinga salvegerê de hatin gotin.

 

Û herwiha hêja ye were gotin ku di “1” ê Adara sala “1979”an, Mela Mustefa Barzanî li Amerîka ji ber nexweşiyê koça dawî kir, û li bajarê ” Şino” yê Rojhilatî Kurdistanê bi axê hat spartin ..

Û piştî reparîna Adara sala “1991”an, termê Barzaniyê nemir û kurê wî Idrîs Barzanî ji Rojhilatî Kurdistanê bo herêma kurdistanê cihê jidayîbûna Barzanî hatin veguhastin û li navçeya Barzan bi xakê hatin spartin di sala 1993an .

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.