المجلس الوطني الكوردي في سوريا

Balafirên Rûsî derdora Idlibê armanckirin.

0 167

Çavkaniyên medyayî yên Sûriyê eşkere kirin ku di encama êrîşên esmanî yên Rûsyayê de li derdora rojavayê bajarê Idlibê kuştî hene.

 

Berevaniya Sivîl a Sûriyê ragihand, îro Pêncşemî 29ê Sibata 2024an, firokeyên Rûsî êrişên asmanî li ser kargeheke çêkirina daran “kargeha mobîlya” li derdora rojavayê bajarê Idlibê pêk anîn.

 

Li gorî Çavdêriya Sivîl a Sûriyê, di encama bombebarana balafirên Rûsyayê de sivîlek hat kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.

 

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.