المجلس الوطني الكوردي في سوريا

PDK-Sê salvegera 12emîn a koçbarkirina xebatkarê kurd ” Deham Mîro”vejand..

0 49

Partiya Demoqrata kurdistan-Sûriya, bi serokatiya endamê ofîsa siyasî herwiha û bi beşdarbûna nûnerên Xwecihiya Dêrikê ya bi ser ENKSê ,roja çarşemê 2/11/2022 salvegera 12emîn a koçbarkirina têkoşer û Xebatkar ” Deham Mîro ” serdana gora wî kirin li gundê Mozlan ê bi ser navçeya Dêrikê ve ..

 

Û di vê salvegerê de serokê encûmena Xwecihiya Dêrikê M” Elî Ibrahîm ” gotinek pêşkêşkir û têde rol, kar û xebata Mîro anî ziman..

û herwiha tê zanîn ku

Xebatkar ” Deham Mîro ” sekirtêrê giştî yê partiya Demokrata kurd li sûriya ” El Partî” bi dilsozî di kar û xebata netewayî û niştîmanperwerî ji bo doza Azadiya gelê kurd xebat dikir …

 

Û herwiha “Deham Mîro” li gundê Sêgira Mîro yê ser bi Dêrka Hemko ve sala ( 1921 ) ji dayîk bûye , ji destpêka jiyana xwe ve tevlî rêzên Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” bûye , û di sala ( 1970 ) li kongireyê Nawbirdan ku bi serperiştiya mela Mustefa Barzanî hate bi rêvebrin , bû sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” ku niha bûye Partiya Dêmokrata Kurdistan Sûriya

Di sala ( 1972 ) di kongireyê yekbûnê de ku li devera Bamirnê li başûrê Kurdistanê hate li darxistin careke din wek sekretêrê giştî yê Partî Demokratî Kurd li Sûriya ” Elpartî ” hate hilbijartin .

 

Di sala ( 1973 ) û piştî ku li dijî pîlana Mihemed Teleb Hilal ya bi navê Zincîra Erebî ku bi Elhîzam El’rebî tê naskirin rawestiya , û daxuyaniyeke hişyariyê belavkir , û herwiha û ji ber helwêstên wî yên niştîman perwer , li ser destê desthilatdariya Sûriyê hate girtin , û bo dema ( 6 ) sal û ( 8 ) mehan di zîndanê de ma.

 

Diham Mîro yek ji xebatkarên dêrîn yên bizava rizgarîxwaza kurd bû , û hevalekî nêzîkî Mela Mustefa Barzanî bû , û beşdarî di şoreşa Êlûnê de kir , û çendîn car wek çavdêr beşdarî di kongireyên Partiya Dêmokrata Kurdistanê de kiriye.

 

Û tê zanîn ku Xebatkarê niştîman û kurd perwer Diham Mîro li rêkefta 2.11.2010 koça dawî kir , û di 3.11.2010 termê Diham Mîro ji bajarê Dêrkê ber bi gundê Mozelanê ve hate birin û bi xakê hate spartin….

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport: Hêvî Delî

Leave A Reply

Your email address will not be published.