المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê Û ŞANDEKE NÛNERÊN ENKSê DI HEVPEYMANIYÊ DE.

0 38

Di roja Sêşemê 1.11.2022’an de, nûnertiya Herêma Kurdistanê ya ENKSê bi nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurd di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê de civiyan.

 

Herwiha şande ji :Cîgirê serokê Hevbendiyê Dr. Ebdulhekîm Beşar û endamê desteya siyasî birêz Ebdulah Gedo. endamê desteya danustandinên Sûriyê birêz Îbrahîm Biro û endamê desteya peywendiyên derve yê Encûmena Niştimanî pêk diha.

Şande ji aliyê serokê nûnertiyê û endamên nûnertiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Dr.Ebdulhekîm Beşar di destpêka civînê de behsa rewşa siyasî ya Sûriyê bi giştî û rewşa Kurdî bi taybetî kir.

Her wiha bi hûrgilî li ser peywendiyên encûmenê bi Hevbendiya Niştimanî re, û li ser bûyerên vê dawiyê yên li herêma Efrînê, û gihandina dengê bloka kurdî di Hevbendiyê de, ji şandên Amerîkî, Frensî û Birîtanî re, bi pêwîstiya derketina Tehrîr El-Şam (Cebhet Nesra ya berê), ku di nav lîsteyên terorîstan de ye.

Paşê birêz Ebdulah Gedo behsa peywendiyên di navbera encûmen û hevbendiyê de kir û bi dirêjî behsa nerînên cuda û lihevhatî di hevbendiyê de û di navbera hevbendiyê û nûnerên Encûmena Niştimanî ya Kurdî de kir.

Her wiha bi berfirehî behsa pêkhateyên cuda û helwest û siyasetên wan ên cuda kir û behsa rewşa gundewarên bakurê Helebê bi giştî û Efrînê bi taybetî kir.

 

Piştre birêz Ibrahîm Biro behsa hevdîtinên xwe yên berê kir û behsa siyaseta welatan û çawaniya xwendina siyasetên wan li ser erdê û balkişandina li ser berjewendiyên wan û sûdwergirtina ji van ezmûnan kir û li ser tiştên ku di hundirê

koalîsyonê û geşedanên dawî yên li herêmê qewimîn jî,têbînên xwe dan xuyakirin.

Piştî vê yekê, derî ji nîqaşan re hat vekirin û têbînî û mudaxeleyên ku hevdîtin dewlemend kirin hatin kirin, ji aliyê endamên nûnertiyê ve hin pirs hatin kirin û bersiv hatin dayîn.

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.