المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NÛNERTIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê LI KAMPA QÛŞTEPE ÇEND HEVDÎTIN LIDARXISTIN

0 53

Di çarçoveya bernameya Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê de, lidarxistina çalakî û hevdîtinên berfireh ji bo gihandina êş û azarên penaberên Kurd ji rayedarên pêwendîdar re ji bo dîtina çareyekê ji pirsgirêk û azarên wan re.

Di roja çarşemê 14.9.2022an de, şandeke nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) li kampa Qûştepe ya li Hewlêrê ya paytexta Herêma Kurdistanê çend hevdîtin pêk anîn.

 

Şanda nûneratiyê ji birêz: (Dr. Kawa Azîzî serokê nûneratiyê, Raman Mele, Wa’îl Umer) endamên nûnertiyê pêk hatibû.

 

Hevdîtin bi van birêzan re bû:

– Xanim Perwîn , rêvebira kampa Qûştepe.

– Serheng Ebdullah, rêveberê kampa Asayîşa Qûştepe.

-Rêveberiya konseya kampa xizmetguzariyê.

-Nûnerên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li kampê.

 

Her wiha ji bo ku rewşa penaberan ji nêz ve bişopînin û li çavdêrî û pêşniyarên wan guhdarî bikin û ji bo pêşdebirina çareseriyan pêşkêşî dezgehên şareza bikin. perwerdehî, tenduristî, xizmetguzarî, xwarin, werzîş) û Pêşniyarên ji bo hêsankirina prosedurên têkildarî mijarên penaberan jî ji aliyê şanda nûnertiyê ve hatin pêşkêşkirin.

 

 

Her wiha ji aliyê xwe ve jî, rêvebira kampa Quştepe xanim Perwîn bixêrhatina şanda mîhvan kir û balkişand li ser giringiya hemahengî û pêşniyar û xebata dijwar ji bo xizmetkirina rûniştvanên kampê û dabînkirina hemû asankariyên ku êş û azarên wan kêm bikin. pêşniyar û çavdêriyên ku ji aliyê şanda nûnertiyê ve hatine kirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.