NÛNERATIYA HERÊMA KURDISTANÊ YA ENKSê PÊŞWAZIYA SEROKÊ OFÎSA KARÛBARÊ ENCUMENÊN XWECIHÎ YÊN ENKSê KIR..
Nûneratiya ENKSê li Herêma Kurdistanê pêşwaziya serokê ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên ENKSê birêz Neşet Zaza kir.
Di roj Yekşemê 21/1/2024,an Nûneratiya Herêma Kurdistanê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê pêşwaziya serokê ofîsa karûbarê encûmenên xwecihî birêz Neşet Zaza kir.
Birêz Neşet Zaza ji aliyê serok û endamên nûneratiyê ve hat pêşwazîkirin.
Di hevdîtinê de çend mijarên siyasî yên girêdayî qonaxa niha bi giştî li herêmê û rewşa siyasî ya Kurdî bi taybetî û pêwîstiyên qonaxa bê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê û derbasbûna bi kalîte ber bi destpêkek nû û bi bandor, û gavên bi bandortir di xebata bi destxistina hêviyên gelê me û tevgera me ya siyasî de hatin gengeşekirin
Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah