المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA ŞANDEKE “ENKS” Û WEZARETA PERWERDEYA HERÊMA KURDISTANÊ.

0 156

Li ser esasê rênimayiyên cenabê Serokê hikûmeta herêma Kurdistana Iraqê birêz Mesrûr Barzanî û bi dawî anîna xizmetguzariyên pêwîst bo xwendekan yên li Herêma Kurdistanê.

 

Şanda Encûmena Niştimanî li gel Rêveberê Giştî yê ofîsa Wezareta Perwerdeyê li herêmê û Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Perwerdehiyê ya Hewlêrê civiyan.

 

Û hin pirsgirêkên xwendekaran hatin gotûbêjkirin:

 

Derbarê mijarên veguheztina xwendekarên sûrî û prosedurên tevlihev ên li pey wan, wek piştrastkirina belgeyan ji Wezareta Derve ya Sûriyê û paşxistina wan, ku dibe ku salên hewlên akademîk ji bo xwendekaran winda bike, Rêveberê Giştî yê Ofîsa Wezareta Perwerdeyê li Herêmê tekez kir ku ev yasa iraqî ye û ew neçar in ku wê cîbicî bikin, lê ji bo hêsankirina meseleyan, ev pirsgirêk bi rêya peyaman hat çareserkirin, bi rêya êmêl wek qebûlkirina destpêkê heta ku rêkarên yasayî bi dawî bibin.

 

Ji aliyê din ve, ji bo hemû dibistanên parêzgeha Hewlêrê ji bo pabendbûna bi biryarên Wezareta Perwerdehiyê ya ji bo qebûlkirina hemû xwendekarên Sûriyeyî li dibistana herî nêzî erdnîgariya rûniştina wan tevbigerin, giştînameyek hat weşandin.

 

Û demek dayîna mamosteyên jin û mêr ên Sûrî ji bo ku bawernameyên xwe biguherînin û li ser karên xwe bimînin.

 

Herwiha birêvebirina dibistanên amadeyî yên girêdayî hikûmeta herêmê ku bi zimanê Erebî ders didin xwendekarên Sûrî yên ku qonaxên seretayî bi zimanê Erebî dixwendin qebûl bike.

 

Li ser pêwîstiya dabînkirina pirtûkên xwendinê ji bo hemû xwendekaran weke xwendekarên Herêma Kurdistanê, tekezî li ser şopandina hûrgiliyan li dema pêwîst hat kirin.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.