المجلس الوطني الكوردي في سوريا

EWLEKARIYA LIBNANÎ HIŞYARIYÊ DIDE PENABERÊN SÛRÎ JI REVANDINA WAN LI SER SÎNOR.

0 144

Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Lubnanê hişyarî da penaberên sûrî yên ku li ser sînorê (Sûrî-Lubnanê) tên revandin, bi rêya xapandina wan bi rêya malperên medyaya civakî, bi taybetî bi sepana “Tik Tok”.

 

Beşa Têkiliyên Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Lubnanê di roja Înê daxuyaniyek da û tê de diyar kir ku di van demên dawî de gelek welatiyên Sûriyeyê yên li ser xaka Lubnanê dijîn, li ser sînorê Sûriye û Lubnanê rastî revandinê hatine.

 

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku kesên revandî di berdêla azadkirina wan de ji malbatên wan, ji bilî lêdan û îşkenceyê û hinek ji wan jî bi destên wan mirine, fidyeya aborî ji malbatên wan dixwazin. Li ser vê dosyayê û di dîrokên berê de endamên şebek û çeteyên ku van êrîşan pêk tînin hatin girtin.”

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah..

Leave A Reply

Your email address will not be published.