المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA HEVDÎTINA DI NAVBERA PARTIYA YEKÎTIYA SURYANÎ Û TEVGERA ÇAKSAZIYA KURDÎ – SÛRIYÊ DE.

0 86

Di 30ê Gulana 2023an de, şandeke Partiya Yekîtiya Suryaniyanî serdana baregeha Tevgera Çaksaziya Kurdî – Sûriyê li bajarê Qamişlo kir.

Herwiha şande bi serokatjya Dr.Senehrîb Bersûm hevserokê partiyê û her yek ji mamostayan, mamosta Nezîra Goriyê û mamoste Aşûr.

Herwiha Şande ji aliyê hevrêzê giştî yê tevgerê mamoste Fêsel Yûsif û her yek ji mamosteyan Kazim Xelîfê û Feyrûşa Ebdurehman û birêz Resûl Umer endamên ofîsa Cîbicîkar ve hatin pêşwazîkirin.

Herwiha Her du aliyan,pêşhatên siyasî li qada navdewletî û herêmî nirxandin, û li ser hemû mijarên karûbarên niştimanî û îmkana dîtina çareseriyeke demokratîk ji doza Sûriyê re bi destûreke ku dawî li zilmê bîne û mafên hemû pêkhateyan pêk bîne.

Her wiha her du aliyan tekezî li ser giringiya peywendiyên dualî û diyalogê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyê bi giştî kirin, û li ser pêwîstiya berdewamkirin û ragihandinê ji bo bihêzkirina hevkarî û xebata ji bo xizmetkirina doza gelê Sûriyê û armancên wan bidestxistina jiyaneke azad û bi rûmet.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.