المجلس الوطني الكوردي في سوريا

ŞEPÊLA PÊŞEROJA KURDISTANA SÛRIYÊ 18 EMÎN SALVEGERA DAMEZRANDINA ŞEPÊLÊ VEJAND.

0 103

Şepêla Pêşeroja Kurdistana Sûriyê hejdehemîn salvegera damezrandina Şepêlê di roja Duşemê 29.5..2023an de,li baregeha Partiya Yekîtî ya Kurdistanî – Sûriyê li bajarê Qamişlo bi bîr anî.

Herwiha bi amadebûna endamên desteya serokatiya Encûmena Niştimanî, kesayetiyên pêşeng ên partiyên neteweyî, rêxistinên jinan û ciwanan, nivîskar û helbestvan.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanên Kurd û Kurdistanê û li ser giyanê pakrewan Mişel Temo, bi xêrhatina beşdaran hat kirin.

Paşê hin axaftin bi vê helkeftê hatin pêşkêş kirin, ji wan:

Axaftina Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ji aliyê mamoste Fêsel Yûsif ve,hat pêşkêşkirin.

û axaftina Eniya Aştî û Azadiyê ji aliyê mamoste Beşîr Esehdî ve hat pêşkêşkirin.

Herwiha Helbestvan Mihemed Eşref bi pêşkêşkirina çend helbestên helbestvan Mela Cezîrî ev helkeft dewlemend kir.

Di dawiyê de,mamoste Ekrem Hisên Serokê Desteya cîbicîkar a Şepêla Pêşerojê di destpêkê de gotarek pêşkêş kir û spasiya beşdarbûna hemû beşdaran kir û herwiha behsa rola Şepêlê ji destpêkê heta Şoreşa Sûrî ya Mezin kir.Û got heta niha jî têkoşîna wê ya ji bo mafên gelê Kurd berdewam dike.

 

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.