المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA KOBANÊ YA BI SER ENKSÊ VE.

0 91

Encûmena xwecihî ya bajarê Kobanê ya bi ser ENKSê ve,li bajarê Kobanê di roja Şemiyê 25.2.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo şehîdên gelê Kurd, Kurdistanê û qurbaniyên erdheja Efrînê û Cendêris, ji bo birîndaran saxlemiya xêrê xwestin.
Rewşa rêxistinî ya xwecihiyê rêyên pêşxistin û pêşxistina Encûmena xwecihî pêk bîne û mekanîzmaya vejandina çalakiyên meha Adarê hatin nîqaşkirin.

Herwiha di civînê de behsa çend xalên siyasî yên li ser qada navxweyî, herêmî û navdewletî hat kirin

Herwih beşdaran tekezî li ser pesn û spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo alîkariya mexdûrên erdheja Efrîn û Cindirêsê.


Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah.

Leave A Reply

Your email address will not be published.