المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA HESEKÊ YA ROJHILAT YA BI SER ENKSÊ VE .. 

0 72

Encûmena Xwecihî ya Rojhilat li Hesekê ya bi ser ENKSê ve,di roja Şemiyê,25.2.2023 de,li Hesekê civîna xwe ya asayî li dar xist.

Di derbarê naveroka civatê de,endamê xwecihiya Rojhilatê Hesekê ya bi ser ENKSê ve,Berêz Mihemed Fetah ji malpera me ya ENKSê re ragihand û anî ziman:

“Civîna me ya asayî bû û em li ser mijarnî giring rawestiyan.Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir û li ser giyanên pakrewanên erdhejê bi taybet yên herêmên Kurdî Efrîn û Cendêris rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Herwiha Fetah got:

“Di derbarê rewşa rêxistinî de, rapora hatî ji ofîsa karûbarê encûmenên xwecihyan hate xwendin û biryara Emîndariya Giştî ya ji bo bîranîna bûyerên meha Adarê ku bi bîranîna çil û çaremîn salvegera koça dawî ya rêberê nemirê gelê Kurd, Barzanî ku yekê Avdarê dest pê dike, hate gotûbêjkirin”.

Herwih Fetah got jî:

“Di rewşa siyasî de: pêşhatên dawî û pêşhatên siyasî li meydanên navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin”.

Fetah herwiha got:

“Civat bi awayekî berfireh rawestiya li ser rewşa herêmên erdhejê bi taybet herêmên Kurdî Efrîn,Cendêrs …..haw û civatê daxwaz kir ku bi çi awayî divê alîkariya hemû herêmên Kurdî yên erdhejê bibe”.

 

Di dawiya civînê de spasî û pêzanînên xwe ji bo pêşkêşkirina Herêma Kurdistanê bi serpereştiya cenabê Serok Mesûd Barzanî û bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ​​ya Barzanî, di warê alîkarî û keresteyên alîkariyê bo navçeyên erdhejê bi taybet Efrînê û Cendêris pêşkêş kirin.

Wek tê zanîn du xwecihî li bajarê Hesekê Hene yên bi ser ENKSê ve,ya Rojava û Rojhilat.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.