المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA BARZANIYÊ NEMIR YA BI SER ENKSÊ VE.

0 131

Xwecihiya Barzaniyê Nemir ya bi ser ENKSê ve,(Til Temir ,Zirakan)li bajarê Til Temir di roja Îniyê 23.2.2024an civîna xwe ya asayî lidarxistin.

 

Di destpêkê de, kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

 

Piştre di civînê de giringtirîn xalên rojeva kar di rewşa rêxistinî û siyasî de hatin gotûbêjkirin û di rewşa rêxistinî,rapora ku ji Ofîsa Karûbarên Encûmena Xwecihî wergirtibû hate xwendin, naveroka wê hate gotûbêjkirin û tekezî li ser pabendbûna bi siyaseta Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê hate kirin.

Herwiha civat Li ser çawaniya bîranîna helkeftên heyva Avdarê li gorî biryarên ku dê ji aliyê Emîndariya Giştî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ve bên dayîn, hate gotûbêjkirin û di serî de bîranîna 45 saliya koça dawî ya rêberê nemir Mela Mistefa Barzanî.

Di derbarê rewşa siyasî de: dawî pêşhat û pêşhatên siyasî yên li qada navdewletî, navçeyî û navxweyî hatin gotûbêjkirin.

 

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.