المجلس الوطني الكوردي في سوريا

HESEKÊ:AHENGA IMZEKIRINA PIRTÛKA NIVÎSKAR MIŞEL OSMAN HAT LIDARXISTIN

0 164

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya (Şaxê Hesekê) û bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayikê, Ahenga Îmzekirina pirtûka bi navê ( Hevalname) ya nivîskar Miş’elê Osman li hola Cegerxwîn lidarxist.

Di destpêka ahengê de nivîskar Seyfidîn Qadirî bixêrhatina kesên amadebûyî kir, piştre nivîskar Yûnis Hemê (Bavê Serbest) gotinek bi navê Yekîtîyê pêşkêş kir. ‏

 

Bi amadebûna kesayetiyên rewşenbîr, nivîskar, ramyar (siyasî) û helbestvanan ahenga imzekirina pirtûkê hate xemilandin.

 

Hunermendên hêja (Masûmê Şikakî, Ebdulselam Gênco û Rajal Gênco) bi deng û awazên xwe aheng vejandin.

 

Piştre Nivîskar Miş’elê Osman di derbarê pirtûka xwe de axivî.

‏Gotina dûmahiya ahengê Seyfedîn Qadirî bidawî kir

 

Jêder:Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanan Sûriya.

Şaxê Hesekê ‏

Ragihandina ENKSê

Raport:Elî Fetah

Leave A Reply

Your email address will not be published.