المجلس الوطني الكوردي في سوريا

NAVEROKA CIVÎNA XWECIHIYA AMÛDÊ YA ASAYÎ.

0 108

Encûmena xwecihî ya bajarê Amûdê ya bi ser ENKSê ve, li navenda xwe di roja pêncşemê 27.7.2023an de, civîna xwe ya asayî lidarxist.

 

Di destpêkê de,hemû endam hatin bixêrhatin ji aliyê serokê xwecihiyê birêz Fewaz Bengo ve û piştre xwecihî kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê, û di pêşî de Barzaniyê Nemir rawestiyan.Û piştre lîsta kar gengeşe kirin.

Di civînê de, behsa rewşa rêxistinî bû û amadebûyan rewşa rêxistinî bi taybet rapora ku ji ofîsa karûbarê Encûmenên xwecihî yên bi ser ENKSê ve, hate wergirtin, hate nîqaşkirin.

 

Herwiha rewşa siyasî, Pêşhatên dawî yên li qada navneteweyî û herêmî hatin gotûbêjkirin.

Di dawiyê de ji bo hevdîtin û rênimayiyên welatiyan ji aliyê Serokatiyê ve spasiya endaman hate kirin

Ragihandina ENKSê
Raport:Elî Fetah

 

 

 

 

 

Leave A Reply

Your email address will not be published.